Tirkiye di warê demokrasiyê de di rêza 110an de ye
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i312505-tirkiye_di_warê_demokrasiyê_de_di_rêza_110an_de_ye
Li gor Raporta Endeksa Demokrasiyê ya 2019an, Tirkiye di nav 167 welatan cîhanê de di rêza 110an de ‎ye.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çile 23, 2020 12:39 Asia/Tehran
  • Tirkiye di warê demokrasiyê de di rêza 110an de ye

Li gor Raporta Endeksa Demokrasiyê ya 2019an, Tirkiye di nav 167 welatan cîhanê de di rêza 110an de ‎ye.

Kovara The Economist, “Raporta Endeksa Demokrasiyê ya 2019an” belav kir. Di raportê de ku rewşa ‎‎167 welatan hatiye nirxandin ku Tirkiye wek sala buhurî di rêza 110an de maye lê; puana demokrasiyê ya ‎Tirkiyê ji 4,37an daketiye 4,09ê.‎

Di rêzbendiyê de, krîterên derbarê pêvajoya hilbijartinê, piranîparêzî, birêveçûna hikûmetê, ‎beşdarbûna siyasî, kultura demokratîk a siyasî û azadiyên sivîl hatine nirxandin.

Di vê rêzbendiyê de ‎welatên ku 8 û 10 puan wergirtine “demokrasiya tam”, welatên puanên wan di navbera 6 û 8an de ‎‎“demokrasiya biqusûr”, yên di navbera 4 û 6an de “demokrasiya hybrid-melez” û welatên di navbera 0 ‎û 2 puan wergirtine wek welatên bi “rejîma otorîter” tên birêvebirin hatine nirxandin.‎

Tirkiye ku di rêza 110an de cih digire bi 4.09 puanan dikeve nav wan welatan ku bi “demokrasiya melez” ‎tên birêvebirin. Tirkiye bi vê rêzbendiyê maye li pey Nîjerya, Uganda, Zambiya û Sri Lankayê‎. Li ‎gor lêkolînê, di warê demokrasiyê de li cîhanê bi giştî paşketin heye.