Tirkiye di warê demokrasiyê de di rêza 110an de ye
Li gor Raporta Endeksa Demokrasiyê ya 2019an, Tirkiye di nav 167 welatan cîhanê de di rêza 110an de ye.
Kovara The Economist, “Raporta Endeksa Demokrasiyê ya 2019an” belav kir. Di raportê de ku rewşa 167 welatan hatiye nirxandin ku Tirkiye wek sala buhurî di rêza 110an de maye lê; puana demokrasiyê ya Tirkiyê ji 4,37an daketiye 4,09ê.
Di rêzbendiyê de, krîterên derbarê pêvajoya hilbijartinê, piranîparêzî, birêveçûna hikûmetê, beşdarbûna siyasî, kultura demokratîk a siyasî û azadiyên sivîl hatine nirxandin.
Di vê rêzbendiyê de welatên ku 8 û 10 puan wergirtine “demokrasiya tam”, welatên puanên wan di navbera 6 û 8an de “demokrasiya biqusûr”, yên di navbera 4 û 6an de “demokrasiya hybrid-melez” û welatên di navbera 0 û 2 puan wergirtine wek welatên bi “rejîma otorîter” tên birêvebirin hatine nirxandin.
Tirkiye ku di rêza 110an de cih digire bi 4.09 puanan dikeve nav wan welatan ku bi “demokrasiya melez” tên birêvebirin. Tirkiye bi vê rêzbendiyê maye li pey Nîjerya, Uganda, Zambiya û Sri Lankayê. Li gor lêkolînê, di warê demokrasiyê de li cîhanê bi giştî paşketin heye.