Wan û Colemêrg di bin berfê de man
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i312479-wan_û_colemêrg_di_bin_berfê_de_man
Li Wan, Colemêrg û navçeyên wê, berfê rêya sedan gundî girt. Rêyên gundan çend roj in asê bûne, lê Şaredariya Bajarê Wanê ku qeyûm li ser e û saziyên din ên dewletê bêdeng û xemsar in.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çile 22, 2020 16:10 Asia/Tehran
  • Wan û Colemêrg di bin berfê de man

Li Wan, Colemêrg û navçeyên wê, berfê rêya sedan gundî girt. Rêyên gundan çend roj in asê bûne, lê Şaredariya Bajarê Wanê ku qeyûm li ser e û saziyên din ên dewletê bêdeng û xemsar in.

Berfa ku zêde li Wan û Colemêrgê barî, bandoreke neyînî li jiyana rojane dike.

Ji ber berf û zîpikê li Miksê 85, li Elbakê 55, li Şaxê 125, li Westanê 5, li Payîzavayê 145, li Qelqeliyê 15, li Sarayê 25, li Artemêtan, Ebex, Bêgir û Erdîşê jî 35 gund bi giştî 490 gund û gundik rêyên wan hatin girtin. Li Wanê berfê bi qasî 50 santîmetreyî erd girt. Li Colemêrg û navçeyên wê jî li hin herêman berf 1.5 metrî bilind bû.

Tevî ku rêyên bi sedan gund û gundikên Wanê ji ber berfê asê bûne, Şaredariya Bajarê Wanê ku qeyûm li ser e, kar nake. Rêya bi sedan gund û gundikan ku diviyabû di nava rojekê de hatiba vekirin çend roj in girtî ye. Ji ber vê yekê jî bi hezaran mirovên xwecihî mexdûr bûne.

Li Colemêrg û navçeyên wê jî ji ber berfa ku bi rojan e dibare, rêyên bi sedan gund û gundikan hatine girtin. Li Colemêrgê tîmên ser bi Îdareya Taybet a Bajarê Colemêrgê hewl didin rê vekin. Ji ber ku xwedî derfeteke têrker nînin, rêyên bi dehan gund û gundikan çend roj in girtî ne.