Hinek çekdarên ku Tirkîyê şandine Lîbîyê, revîne Ewrûpayê
Navenda Mafên Mirovan a Sûrîyê aşkira kir ku 17 çekdar ji wan çekdarên ku Enqerê jibo şêrr şandibûn Lîbîyê, revîne Ewrûpayê.
Navenda Mafên Mirovan a Sûrîyê ku ser bi opozosyona wî welatî û meqera wê li Londonê ye, radigihîne ku ligorî gotina xizm û kesên wan çekdarana, ew hema destpêka bicihbûna li Lîbîyê, Trablos weke pireke derbasbûna nav Îtalyayê bikar anîne lewma dema giheştine Lîbîyê çekên xwe danîne û bera xwe dane Îtalyayê, herwiha pişkeke wan jî bera xwe dane Cezayirê ta ku ji wir a penaberî Ewrûpayê bibin.
Di dewama wê raporê de hatîye: Veguhestina çekdaran ji Sûrîyê ber bi Lîbîyê ji hêla Tirkîyê ve didome, bi awayekî ku hejmara kirêgirtîyên ku jibo şerkirina li rex milîtanên ser bi hikûmeta Fayiz Sirac gihîştine Trablosa paytexta Lîbîyê, giheştîye 2400 şekdarî. Hejmara kesên ku li navendên leşkerî yên Tirkîyê tên perwerdekirinê jibo ku bişînin Lîbîyê jî digihêje 1700 kesî, bilî wê prosa tomarkirina navê wan çekdaran li deverên bakur û rojhilata Sûrîyê didome.
Navenda Mafên Mirovan a Sûrîyê radigihîne; ew kesên xwebexş ku dixwazin jibo şerkirinê herin Lîbîyê, çekdarên Koma Muitesem ji çiqa Siltan Murad, Teyrên Bakur, Hemzat, Feyle ul Şam, Silêman Paşa û Semerqendê ne.
Ligorî agahîyan Tirkîye dixwaze nêzîkî 6 hezar çekdarên din ji Sûrîyê bişîne Lîbîyê. Enqere herwiha dixwaze serpişkî û imkanên ku dide çekdarên ku dişîne Lîbîyê kêm bike nemaze hejmara wan çekdarana gellek zêde bûye, lewma jibo navtomarkirin û xwebexşîyê gellek mercên nû danîne.