Enqere: Tirkiye tu hêz û çekekê naşîne Lîbyayê
Wezîrê derve yê Tirkiyê raghand ku li gor hervhatina li konferansa Berlînê, Enqere tu hêzeka eskerî an çekan dê neşîne Lîbyayê.
Li gorî rapora IRIB News`ê, Mewlûd Çawûşoglu roja Çarşemiyê bi piştrastkirina vê nûçeyê ji Xelîfe Hefter, Fermandê hêzên nasiyar bi Artêşa neteweyî ya Lîbyayê jî xwest ku ser çareseriya siyasî ya pevçûnan li Lîbyayê pêbend bin û bona aramkirina rewşê hin pêngavan rakin.
Gotinên Çawûşoglu di rewşekê de ne ku Receb Teyib Erdogan serokkomarê Tirkiyê pêştir raghandibû ku Enqere dê bi zûtirkê hêzan bişîene Lîbyayê.
Konferansa Berlînê li bara Lîbyayê roja Yekşemiyê bibeşdariya nunerên 12 welatan û 4 rêxistinên navdewletî û navçeyî li paytexta Almanyayê hat lidarxistin û têde li hev kirin ku tu piştgiriyekê ji aliyê têkildar li Lîbyayê neyê kirin.
Nakokiyên li Lîbyayê bi êrişa hêzên Xelîfe Hefter ku bi salan bi piştgiriya Erebistan, Misr, Îmarat û hin welatên rojavayî ser rojhilata Lîbyayê serdest bûye, ser Trablosê giran bû. Ev kiryara Hefter ji aliyê civaka cîhanî va hatiye şermezarkirin.