Enqere: Tirkiye tu hêz û çekekê naşîne Lîbyayê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i312467-enqere_tirkiye_tu_hêz_û_çekekê_naşîne_lîbyayê
Wezîrê derve yê Tirkiyê raghand ku li gor hervhatina li konferansa Berlînê, Enqere tu hêzeka eskerî an çekan dê neşîne Lîbyayê.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çile 22, 2020 13:26 Asia/Tehran
  • Enqere: Tirkiye tu hêz û çekekê naşîne Lîbyayê

Wezîrê derve yê Tirkiyê raghand ku li gor hervhatina li konferansa Berlînê, Enqere tu hêzeka eskerî an çekan dê neşîne Lîbyayê.

 Li gorî rapora IRIB News`ê, Mewlûd Çawûşoglu roja Çarşemiyê bi piştrastkirina vê nûçeyê ji Xelîfe Hefter, Fermandê hêzên nasiyar bi Artêşa neteweyî ya Lîbyayê jî xwest ku ser çareseriya siyasî ya pevçûnan li Lîbyayê pêbend bin û bona aramkirina rewşê hin pêngavan rakin.

Gotinên Çawûşoglu di rewşekê de ne ku Receb Teyib Erdogan serokkomarê Tirkiyê pêştir raghandibû ku Enqere dê bi zûtirkê hêzan bişîene Lîbyayê.

Konferansa  Berlînê li bara Lîbyayê roja Yekşemiyê bibeşdariya nunerên 12 welatan û 4 rêxistinên navdewletî û navçeyî li paytexta Almanyayê hat lidarxistin û têde li hev kirin ku tu piştgiriyekê ji aliyê têkildar li Lîbyayê neyê kirin.

Nakokiyên li Lîbyayê bi êrişa hêzên Xelîfe Hefter ku bi salan bi piştgiriya Erebistan, Misr, Îmarat û hin welatên rojavayî ser rojhilata Lîbyayê serdest bûye, ser Trablosê giran bû. Ev kiryara Hefter ji aliyê civaka cîhanî va hatiye şermezarkirin.