Li Amedê Civata Wêjevanên Kurd hat damezirandinê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i312443-li_amedê_civata_wêjevanên_kurd_hat_damezirandinê
Hejmarek bijare, çalak, nivîskar û hunermendên Kurd ên Tirkîyê bi merema pêkanîna hevgirtinê di navbera nivîskarên Kurd de û xizmeta jibo geşepêdana wêjeya kurdî civatek ser navê Civata Wêjevanên Kurd damezirandin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çile 21, 2020 13:28 Asia/Tehran
  • Li Amedê Civata Wêjevanên Kurd hat damezirandinê

Hejmarek bijare, çalak, nivîskar û hunermendên Kurd ên Tirkîyê bi merema pêkanîna hevgirtinê di navbera nivîskarên Kurd de û xizmeta jibo geşepêdana wêjeya kurdî civatek ser navê Civata Wêjevanên Kurd damezirandin.

Ligorî rapora Rojnama Evsercelê, daxwaza fermî ya damezirandina Civata Wêjevanên Kurd ji hêla Parêzgarîya Amedê va hatîye qebûlkirinê û wê civatê bi awayekî fermî karê xwe destpê kir.

Sultan Yaray û Hogir Bibîr wek hevserokên wê civatê hatone bijartinê û ragihandin ku armanca Civata Wêjevanên Kurd ligorî rêziknama wê, rêkxistin û hevgirtina nivîkarên Kurd û geşepêdana Ziman û Wêjeya Kurdî ye.

Sultan Yaray derbarê damezirandina Civata Wêjevanên Kurd de got: ''Bidû rawestandina karê hejmareke zêde ya civatên kurdî û girêdana wan di Rewşa Awarte da hesta damezirandina civateke bi vî rengî hebû. Armanca me çalakîyên têkildarî zimanê kurdî bi zaravayên Kurmancî, Zazakî û Soranî ye. Li rex vê yekê em dê berhemên kurdî bidin nasandin û hewil bidin ku pirsgirêkên nivîskarên Kurd li nav vê civatê çareser bikin. Hevgirtina nivîskarên Kurd gellekî girîng e û rola wê ya jîyandinê ye.''