Greenpeace: Sedî 15’yê sebzeyên Tirkiye jehrîne
Greenpeac têkildarî sebzeyên li Tirkiye tên berhemanîn eşkere kir ku madeyên kîmyawî yên qedexe tên bikaranîn û ji bo vê jî hate gotin, sedî 15’yê firîngî, xiyar û îsotên li Tirkiye tên berhamanîn jehrî ne.
Rêxistina Navnetewî ya ji bo parastina Xwezayê Greenpeac’ê têkildarî sebzeyên li Akdenîz (Behraspî) ya Tirkiyê tê berhemanîn de raporek pêşkêş kir.
Di rapora Greenpeac'ê de têgotin, di sebzeyên Tirkiyê de madeyên kîmyawî yên qedexekirî hatiye tespîtkirin.
Servîsa Tirkî ya malpera DW rapora Grênpeacê ya bi sernava, ‘Metirsiya li ser sifreya me: pestisit’ weşand.
Endazyarê Xorak yê Greenpeace ya Akdenîzê Bûlent Şik li ser firingî, xiyar û îsotê li bazarê tê firotin lêkolînek kiriye û encamên wê jî wiha eşkere dike: “Ji 90 cûreyên sebzeyan di nava 14’an de madeyên pestisit ango madeyên kîmyawî yên qedexekirî hatiye tespîtkirin. Di nava 46 cûreyan de jî bandorên nebaş yên madeyên kîmyayî û hormonî hatiye tespîtkirin.”
Di raporê de agahiyeke din a girîng jî tê dayîn û têgotin, di sebzeyên marketan de madeyên kîmyawî zêdetirin ji yên di nava bazaran de tên firotin.
Rêjeya madeyên kîmyawî li gorî demsala sebzeyan jî kêm û zêde dibe. Sebzeyên ku ne di demsala xwe de tên berhemananîn madeyên kîmyawî tê de zêdetir in. Sebzeyên havînî dema di demsala zivistanê de tên berhem anîn madeyên kîmyawî du qat lê tê zêdekirin.
Berpirsê Xorak û projeya çandiniyê ya Greenpeace Akdenîzê Berkan Ozyer dibêje, “Di sifreya me de jehr heye. Em madeyên kîmyawî yên hatine qedexekirin, divê ji bazar bên rakirin û neyên bikaranîn didin zarokên xwe û hezkiriyên xwe. Li gorî encama lêkolîna vê rapora me divê em bi awayeke lezgîn bikevin tevgerê.”
Ozyer dibêje, bêyku madeyên kîmyawî bên bikaranîn û bi derdê hinardekirinê bikevin, dikarin xorakên pak û tendûrist biherem bînin û diyar dike, rêya vê jî di ‘çandiyeke ekolojîk’ re derbas dibe.