Erdogan hêvîdar e Konferansa Berlînê ya derbarê Lîbyayê bigihêje encamê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i312426-erdogan_hêvîdar_e_konferansa_berlînê_ya_derbarê_lîbyayê_bigihêje_encamê
Serokomarê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan li bara Konferansa Berlînê ya derbarê çareseriya Krîza Lîbyayê keyfxweşiya xwe diyar kir.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çile 21, 2020 06:25 Asia/Tehran
  • Erdogan hêvîdar e Konferansa Berlînê ya derbarê Lîbyayê bigihêje encamê

Serokomarê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan li bara Konferansa Berlînê ya derbarê çareseriya Krîza Lîbyayê keyfxweşiya xwe diyar kir.

Li gor Anadolu Newsê, Erdogan piştî vegerîna ji Berlînê di nav koma nûçegihanan de got: Bingeh û esasa mentiqî ya damezrandina agirbesê li Lîbyayê pêk hatiye.

Erdogan herwiha desnîşan kir ku îmzanekirina lihevkirina agibesê ji aliyê general Xelîfe Heftar wateyên xwe yên curbicur heye û got: Ger agirbes li Lîbyayê pêk were û wê rê ji bo çareseriya siyasî serast bibe.

Erdogan herwiha got ku ew li dijî rola hevahengker a Yeketiya Ewropayê(YE) li Lîbyayê ye divê ev rola li destê YN bibe.

Duh Konferansa derbarê çareseriya Krîza Lîbyayê li Berlînê paytexta Almanyayê li dar ket. Di vê konferansê de aliyên pevçûnên Lîbyayê û endamên dayim ên Konseya Ewlehiyê ya NY , Almanya, Tirkiye, YE û  NY beşdar bûn.

Koma bi navê Artêşa Nîştîmanî ya Lîbyayê general Xelîfe Heftar ji aliyê Misr, Erebistan û Îmaratê tê piştgirî kirin û Rojhilata Lîbyayê li dest wê ye  û rojavayê vî welatî jî li destê Dewleta Wifaqa Nîştîmanî ya Fayiz Sirac e ku Tirkiyê bi şandina leşkerên xwe û çekdarên li Sûriyê jê piştgiriyê dike û NY wê bi fermî nas dike.