Şaredarîya Istenbolê ji ber firotina pirtûkên Demirtaş hat hişyarkirinê
Serokê Yekitîya Ciwanên Tirkîyê di peyamekê de pêşfirotina pirtûka nû ya Hevserokê berê yê HDP Selahedîn Demirtaş ji hêla Malpera Şaredarîya Istenbolê va bi tundî rexne kir û got: Em Şaredarîya Istenbolê hişyar dikin ku firotina pirtûkên Demirtaş rawestîne.
Yildirim Gencer Serokê Yekitîya Ciwanên Tirkîyê di peyamekê de bo ŞAredarê Istenbolê got: Şaredarê metropola Istenbolê nikare desta ji evîna Demirtaş bikişîne. Wî herwiha got: Nabe imkanên dewletê jibo firotin û weşandina pirtûka kesê ku berdevktîya PKK dikir, werin bikaranînê.
Hevserokê berê yê HDP Selahedîn Demirtaş ku zîndanî ye, heta nika 3 pirtûk weşandine ku ya herînû bi navê Leylan e û çend rojan berî nika hat weşandinê.
Vê dawîyê herwiha şanoyek ser bingeha yek ji pirtûkên Demirtaş li Tirkîyê hat pêşkêşkirin ku pêrgî berteka tund a Serokomarê Tirkîyê Receb teyîb Erdogan bû û Erdogîn kesên çûbûn temaşekirina wê bi tundî rexne kirin.