Hêzên Polîs ên Tirkîyê êrişî Parlimanterên Kurd kirin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i312407-hêzên_polîs_ên_tirkîyê_êrişî_parlimanterên_kurd_kirin
Hêzên Polîs ên Tirkîyê li Enqerê êrişî Parlimanterên Kurd ên pişikdarê kombûnekê kirin û li wan dan.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çile 20, 2020 08:54 Asia/Tehran
  •  Hêzên Polîs ên Tirkîyê êrişî Parlimanterên Kurd kirin

Hêzên Polîs ên Tirkîyê li Enqerê êrişî Parlimanterên Kurd ên pişikdarê kombûnekê kirin û li wan dan.

Parlimanterên HDP, çalakên medenî û xelkê sivîl bi nîşana nerazîbûna himberî hikmê dadgehê yê zîndanîkirina xwendekarekî li Guven Parka Enqerê civîyabûn ku hêzên Polîs êrişî wan kirin û li Parlimanterên HDP xistin.

Parlimanterên HDP, çalakên medenî û endamên sendîkayan û xelkê sivîl ku ligorî daxwaza dayîka Taha Furqan Çetinkaya xwendekarê girtî yê Kurd di meşa dadperwerîyê de pişikdar bibûn, pêrgî êrişa hêzên Polîs bûn. 

Hêzên Polîs herwiha 20 nerazîyên pişikdarê wê kombûnê girtin.

Umerfarûq Gergerlioglu Parlimanterê HDP ku ketibû ber lêdana Polîsan got: Min ji vir va peyamek jibo Wezîrê Karên Hundur ê Tirkîyê heye. Hûn bi zilmê dê hîç tiştekî bidest nexin. Hûn nikarin mafên bingehîn ên mirovan zevt bikin. Em dê kombûna li vir bidomînin. Dewleta Tirkîyê ne dewleteke hiqûqê belkî dewleteke polîsî ye.