Tirkîye derxistina têrorîstên DAIŞ`î didomîne
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i312358-tirkîye_derxistina_têrorîstên_daiŞ_î_didomîne
Wezareta Karên Hundur a Tirkîyê ragihand ku ji dawîya sala 2019`ê ve heta nika 179 endamên bîyanî yên koma têrorîst a DAIŞ`ê ji vî welatî hatine derxistinê.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çile 18, 2020 14:17 Asia/Tehran
  • Tirkîye derxistina têrorîstên DAIŞ`î didomîne

Wezareta Karên Hundur a Tirkîyê ragihand ku ji dawîya sala 2019`ê ve heta nika 179 endamên bîyanî yên koma têrorîst a DAIŞ`ê ji vî welatî hatine derxistinê.

Ligorî daxûyanîya Wezareta Karên Hundur a Tirkîyê duh Înîyê jî 4 endamên almanî yên DAIŞ`ê bo wî welatî hatin zivirandin.

Berî vîya jî Receb Teyîb Erdogan Serokomarê Tirkîyê gotibû ku çendsid girtîyên DAIŞ`î yên bîyanî li Tirkîyê ne ku heke welatên wan mafê welatîbûna wan ibtal kiribin jî, dê bên radestkirin û zivirandinê.

Çavkanîyên Tirk dibêjin ku 1172 girtîyên DAIŞ`î ji 40 welatên cîhanê li Tirkîyê ne ku 422 kes ji wan xelkê Tirkîyê ne û 750 kes jî welatîyên Amerîka, Ingilîs, Fransa, Alman, Beljîk, Swîs, Swêd, Erebistan, Misr, Kanada û Urdinê ne.