HDP: Li Tirkiyê xizmetguzariya pizîşkî bo Kurdan qedexe ye
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i312265-hdp_li_tirkiyê_xizmetguzariya_pizîşkî_bo_kurdan_qedexe_ye
Parlemantereka HDP, Partiya Demokratîk a Gelan radighîne: Li nav xizmeta pejirandinê li nexweşxaneyê de zimanê kurdî hatiye qedexekirin. Li balefirgeha Stembolê xizmeta pejrandinê bi 36 zimanan û 80 devokên cuda hene lê zimanê kurdî qedex ye.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çile 15, 2020 14:39 Asia/Tehran
  • HDP: Li Tirkiyê xizmetguzariya pizîşkî bo Kurdan qedexe ye

Parlemantereka HDP, Partiya Demokratîk a Gelan radighîne: Li nav xizmeta pejirandinê li nexweşxaneyê de zimanê kurdî hatiye qedexekirin. Li balefirgeha Stembolê xizmeta pejrandinê bi 36 zimanan û 80 devokên cuda hene lê zimanê kurdî qedex ye.

Semra Gozêl, parlemantera HDP dibêje: Him welatiyên kurd ku li Tirkiyê dijîn û him jî kurdên ku ji Sûriyê û Iraqê û Îranê  serdana Tirkiyê dikin bo çareseriya pizîşkî, ji ber zimanê wan ên zikmakî rê li ber wan tê girtin. 

Wê her wiha diyar kir: Li nav nexweşxaneyan wergêran bi şeş zimanan hene, li halekî ku li vî welatî bi milyonan kurd dijîn wergêran bi zimanê wan qedxe ye.

 Ji hêla din va  Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li Parlamentoya Tirkiyê derbarê nebûna xizmetguzariya wergêra bi ‎zimanê Kurdî li Firokexaneya Stenbolê de daxwaza ravekirinê dike.‎

Parlamentera HDPê ya Sêrtê Meral Daniş Beştaş mijara pêşkêşkirina xizmetguzariyê bi 36 ziman û 80 ‎zaraveyan li Firokexaneya Stenbolê û nebûna xizmetguzariya bi zimanê Kurdî li wê firokexaneyê veguhest ‎parlamentoyê û daxwaz ji Wezîrê Guhestin û Jêrxana Tirkiyê Mehmet Cahit Turhan kir ku bersiva ‎pirsan bide.‎

Parlamentera HDPê dibêje: “Li Firokexaneya Stenbolê bi awayekî berfireh xizmetguzariya ‎wergerandinê bi 36 ziman û 80ê zaravayan tê pêşkêş kirin. Ligel ku zêdeyî 20 milyon welatiyên Kurd li vî ‎welatî dijîn, li sektora guhestinê û sektorên din ên giştî rê li ber bikaranîna zimanê dayîkê tê girtin