HDP: Li Tirkiyê xizmetguzariya pizîşkî bo Kurdan qedexe ye
Parlemantereka HDP, Partiya Demokratîk a Gelan radighîne: Li nav xizmeta pejirandinê li nexweşxaneyê de zimanê kurdî hatiye qedexekirin. Li balefirgeha Stembolê xizmeta pejrandinê bi 36 zimanan û 80 devokên cuda hene lê zimanê kurdî qedex ye.
Semra Gozêl, parlemantera HDP dibêje: Him welatiyên kurd ku li Tirkiyê dijîn û him jî kurdên ku ji Sûriyê û Iraqê û Îranê serdana Tirkiyê dikin bo çareseriya pizîşkî, ji ber zimanê wan ên zikmakî rê li ber wan tê girtin.
Wê her wiha diyar kir: Li nav nexweşxaneyan wergêran bi şeş zimanan hene, li halekî ku li vî welatî bi milyonan kurd dijîn wergêran bi zimanê wan qedxe ye.
Ji hêla din va Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li Parlamentoya Tirkiyê derbarê nebûna xizmetguzariya wergêra bi zimanê Kurdî li Firokexaneya Stenbolê de daxwaza ravekirinê dike.
Parlamentera HDPê ya Sêrtê Meral Daniş Beştaş mijara pêşkêşkirina xizmetguzariyê bi 36 ziman û 80 zaraveyan li Firokexaneya Stenbolê û nebûna xizmetguzariya bi zimanê Kurdî li wê firokexaneyê veguhest parlamentoyê û daxwaz ji Wezîrê Guhestin û Jêrxana Tirkiyê Mehmet Cahit Turhan kir ku bersiva pirsan bide.
Parlamentera HDPê dibêje: “Li Firokexaneya Stenbolê bi awayekî berfireh xizmetguzariya wergerandinê bi 36 ziman û 80ê zaravayan tê pêşkêş kirin. Ligel ku zêdeyî 20 milyon welatiyên Kurd li vî welatî dijîn, li sektora guhestinê û sektorên din ên giştî rê li ber bikaranîna zimanê dayîkê tê girtin