Gotûbêja di navbera Tirkiyê û Rûsiyayê li ser navça êmin li bakûra Idlibê
Wezîrê berevaniya Tirkiyê bal kişande ser viya ku Miskova û Enqere li ser pêkanîna navçeya êmin li bakûra Idlibê bi hev ra gotûbêjê dikin got: Ev gotûbêja destpê bûye û hîn jî berdewam e.
Li gor rapora ajansa nûçan a Fars News`ê, Xulûsî Akar wezîrê berevaniya Tirkiyê got: Miskova û Enqere li ser çawaniya pêkanîna navçeya êmin li bakûra Idlibê li nav axa Sûriyê bi hevra gotûbêjê dikin û ev gotûbêja hîn jî berdewam e.
Akar îdia kir ku dewleta Sûriyê bêyî berçavgirtina agirbesê, dewamê dide êrişên xwe yên ser Idlibê û Tirkiye jî navendên xwe yên zêrevaniyê ku ji aliyê hêzên sûrî dorpêç bûne bihêz dike.
Akar li bara gotûbêjên aşitiyê li bara Lîbiyayê jî got: Hîn ji bo ragihandina işkesta agirbesa vî welatî zû ye eva li halekê ye ku Xelîfe Hefter fermandarê eskerên rojhilata Lîbiyayê rêketinnameya Miskovayê îmza nekir.