Leylan kitêba nû ya Demîrtaş
Çile 15, 2020 13:35 Asia/Tehran
Hevserokê berê yê HDP`ê, Selahedîn Demîrtaş di zîndanê da kitêba xwe ya sisyan jî belav kir.
Hevserokê berê yê HDP`ê Selahedîn Demîrtaş ku ji aliyê dewleta Tirkiyê hatiye zîndanîkirin kitêba xwe ya sisyan ser navê Leylan çap kiriye û li 22 Çileyê dê li rêûresmekê da li Enqerê ev kitêba bê nimandin.
Ev kitêba ku berhemek ji çirokan e. Demîrtaş pêşkêşî jina xwe Başak Demîrtaş û du kiçên xwe Delal û Dîlda kiriye.
Selahedîn Demîrtaş li vê mudeha sê salên ku di zîndanê daye sê kitêb çap û belav kirine ku du kitêbên din ser navên Seher û Dewran bûn û Leylan jî kitêba wî ya sisyan ne.