Tirkiye: 6 firokevanên F-16an hatin desteserkirin
Di çarçoveya lêkolînên li ser dosyeya Cemaeta Fethullah Gulen di nav Fermandariya Hêzên Esmanî yên Tirkiyê de, li Tirkiyê fermana desteserkirina 176 serbaz û efseran hat dayîn ku di nava wan kesan de 6 firokevanên F-16an jî hene.
Di daxuyaniyekê de ku ji aliyê Serokatiya Dozgeriya Giştî ya Komarê ya Izmîrê ve hatiye belavkirin, amaje bi wê yekê hatiye kirin ku fermana desteserkirina 176 efser û serbazên Fermandariya Hêzên Bejayî û Esmanî yên Tirkiyê hatiye derxistin.
Di vê çarçoveyê de hêzên ser bi Şaxa Rûbirûbûna Terorê ser bi Rêveberiya Giştî ya Asayîşa Tirkiyê, li 49 parêzgehên wî welatî operasyoneke hevdem pêkanîn.
Di van operasyonan de 33 gumanbar hatin desteserkirin û kar û xebatên bo girtina gumanbarên din jî berdewam in.
Li gor zanyariyan, her destpêkê 6 firokevan hatin desteserkirin.