Tirkiye: 6 firokevanên F-16an hatin desteserkirin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i312256-tirkiye_6_firokevanên_f_16an_hatin_desteserkirin
Di çarçoveya lêkolînên li ser dosyeya Cemaeta Fethullah Gulen di nav Fermandariya Hêzên Esmanî yên ‎Tirkiyê de, li Tirkiyê fermana desteserkirina 176 serbaz û efseran ‎hat dayîn ku di nava wan kesan de 6 firokevanên F-16an jî hene.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çile 15, 2020 12:57 Asia/Tehran
  • Tirkiye: 6 firokevanên F-16an hatin desteserkirin

Di çarçoveya lêkolînên li ser dosyeya Cemaeta Fethullah Gulen di nav Fermandariya Hêzên Esmanî yên ‎Tirkiyê de, li Tirkiyê fermana desteserkirina 176 serbaz û efseran ‎hat dayîn ku di nava wan kesan de 6 firokevanên F-16an jî hene.

Di daxuyaniyekê de ku ji aliyê Serokatiya Dozgeriya Giştî ya Komarê ya Izmîrê ve hatiye belavkirin, ‎amaje bi wê yekê hatiye kirin ku fermana desteserkirina 176 efser û serbazên Fermandariya Hêzên ‎Bejayî û Esmanî yên Tirkiyê hatiye derxistin.‎

Di vê çarçoveyê de hêzên ser bi Şaxa Rûbirûbûna Terorê ser bi Rêveberiya Giştî ya Asayîşa Tirkiyê, li 49 ‎parêzgehên wî welatî operasyoneke hevdem pêkanîn.

Di van operasyonan de 33 gumanbar hatin ‎desteserkirin û kar û xebatên bo girtina gumanbarên din jî berdewam in.

Li gor zanyariyan, her ‎destpêkê 6 firokevan hatin desteserkirin.‎