Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyê ser çareserkirina siyasî ya kêşeyên navçeyê pêgirî kir
Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyê ser çareserkirina kêşeyên navçeyê bi bikaranîna emrazên siyasî pêgirî kir.
Li gorî rapora IRNAyê, Xulûsî Akar, Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyê got: Tirkiye çalakiyên cûrbicûr di civatên navneteweyî da bi armanca parastina berjewendiyên xwe cih tîne.
Wî her wiha îdia kir: Em li dû aştî û aramiyê li Lîbiya û Sûriyê û rawestandina xwînrijandinê û vegeriyana jiyana gelê van welatan bo ser rewşa asayî ne.
Wî tevî amajeya bi civîna roja bihurî ya serokên ewelhî û istixbarata Tirkiye û Sûriyê li Moskovayê, got: Armanca vê civînê ku bi amadebûna Rûsiyê hat lidarxistin, parastin aberjewendiyên Tirkiyê û pêkanîn aramiyê li navçeyê bû.
Moskova êvara Duşemiyê mazûvana civîna sêalî ya serokên ewlehî û istixbaratê yên Tirkiye, Sûriye û rayedarên ûris bû.