Serokomarê Tirkiyê ser şandina hêzên NY bo Lîbiyê pêgiriyê dike
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i312219-serokomarê_tirkiyê_ser_şandina_hêzên_ny_bo_lîbiyê_pêgiriyê_dike
Serokomarê Tirkiyê daxwaza şandina hêzên NY bo Lîbiyê jibo dewama agirbesê li vî welatî kir.
(last modified 2024-10-07T14:32:38+00:00 )
Çile 14, 2020 05:46 Asia/Tehran
  • Serokomarê Tirkiyê ser şandina hêzên NY bo Lîbiyê pêgiriyê dike

Serokomarê Tirkiyê daxwaza şandina hêzên NY bo Lîbiyê jibo dewama agirbesê li vî welatî kir.

Li gorî rapora IRIB Newsê, Erdoxanê serokomarê Tirkiyê roja Duşemiyê piştî hevdîtina bi Cozêpê Konte serokwezîrê Îtalyayê got: NY divê jibo dewama agirbesê û çavdêriya ser aştiyê, parêzvanên Aştiyê bişîne Lîbiyê.

Erdoxên her wiha di hevpeyvîna bi nûçegihanan ra tevî pêgiriya li ser vêya ku bi Pûtînê serokomarê Rûsiyê ra li ser pêkhatina agirbesê li Lîbiyê li hev kirine, got: Em hêvîdar in ku di demeka kurt da girêbesta agirbesê were wajokirin.

Viladîmîr Pûtîn û Erdoxaên Çarşemiya bihurî ji aliyên şêrr li Lîbiyê xwestibûn ku girêbesta agirbesê bipejirînin.

Hêzên Hefter ku rojhilata Lîbiyê kontrol dikin, ji Nîsana 2019an va bi piştevaniya Erebistan, Imarat û Misirê dil hene ku Trablosa paytexta Lîbiyê jî bigirin û Dewleta Tifaqa Neteweyî ya Lîbiyê hilweşînin.

Dewleta Tifaqa Neteweyî ya Lîbiyê ya bi serokatiya Fayîz Sirac li NY bi fermî tê naskirin.