Temellî: Di nava 10 salan de em dikarin her tiştî biguherînin
Hevserokê HDP'ê got: Pêwîstî bi utopiyayeke nû heye û dîyar kir ku "sala 2020 dikare bibe destpêka 10 salên nû û di nava van 10 salên nû de em dikarin her tiştî biguherînin."
Duyemîn konferansa asayî ya Meclîsa Ciwanan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li Navenda Giştî ya HDP'ê bi dirûşma "Me serî hilda, em li ber xwe didin, em ê faşîzmê têk bibin" hat lidarxistinê.
Hevserokê HDP'ê Sezaî Temellî jî li konferansê axivî û diyar kir ku sîstema heyî her tişt hilweşand û hîn jî hildiweşîne.
Temellî got, "Ji ber vê yekê pêwîstî bi utopyayekê heye. Şoreş ji nişka ve pêk nayê. Divê mirov hêza şoreşger biafirîne. Sala 2020'î dikare bibe destpêka 10 salên nû û di nava van 10 salan de em dikarin her tiştî biguherînin. Ne tiştekî tesadûfî ye ku Rojhilata Navîn niha navenda siyaseta global e. Eger îro navenda siyaseta global Rojhilata Navîn be, bizanin ku ev sîstem wê hilweşe û nêrîna ku vê sîstemê hilweşîne û ya nû ava bike li Rojhilata Navînê ye. Em dikarin vê sîstemê biguherînin. Ji bo vê jî divê em nêrîna xwe pêş bixin."