Cêyms Cêfrî bi rayedarên Tirkiyê re li bara Sûriyê
Şandiyê taybet ê Emerîkayê bo Sûriyê li Enqerê bi rayedarên Tirkiyê re hevdîtin pêk anî û li bara alûgurên Sûriyê gotûbêj kir.
James Jeffrey di serdana xwe bo Tirkiyê de li gel Îbrahîm kalîn, berdevkê serokkomarê Tirkiyê civiya û her du aliyan teqez kirin ku bona vegeryana ewleh a sûriyan bo welatê xwe, kutakirina qonaxên avakirina navça ewleh li çarçoveya hevhatian bi Emerîkayê pêwîst e .
Her wiha Sedat Onal, alîkarê wezîrê derev yê Sûriyê û Cêyms Cêfrî ser alûgurên Sûriyê li Enqerê hevdîtin pêk anîn. Cêfrî ku bona hevdîtinên fermî li Enqerê de ye li hevdîtina bi Onal re li bara êrîşa bi navê kaniya aşitiyê û rewşa rojhilata Firatê û Idlibê behs û gotûbêj kir.
Wan her wiha pêvajoya siyasî û komîta amadekirina qanûna bingehîn li Sûriyê nirxandin.
Li hevdîtina Onal û Cêfrî, rewşa terorîstên biyanî û pêvajoya şandina alîkariyên mirovheziyê bo Sûriyê gotûbêj kirin.
Onal hin lêznaîn li bara rewşa eskerî û alîkariyên mirovhziyê li Sûriyê dane Cêfrî.
Her du aliyan li bara lûgurên vê dawiyê li Iraqê û mesela Lîbyayê gotûbêj kirin.