Nerazîbûna gelê Tirkîyê himberî hebûna hêzên amerîkî li wî welatî gurr bû
Çile 11, 2020 13:05 Asia/Tehran
Nerazîbûnên berfire yên gelê Tirkîyê hibmerî hebûna leşkerên amerîkî li wî welatî didomin.
Di dewama nerazîbûnên gelanî himberî hebûna hêzên amerîkî, niştecihên şarê Meletîyê bi xwenîşandanekê careka din xwestin ku baregehên leşkerî yên Amerîkayê bên rakirinê.
Xwenîşandana duh a niştecihên Meletîyê û şarên din ên Tirkîyê, ne yekem xwenîşandana nerazîbûna hibmerî hebûna hêzên amerîkî li Tirkîyê ye, di rastîyê de gelê Tirkîyê ji mêj va ye ku dijî hebûna leşkerên amerîkî li wî welatî ne.