Elî Babacan: Divê Selahedîn Demîrtaş were azadkirin
Kanûn 27, 2019 04:28 Asia/Tehran
Wezîrê berê yê Darayîya Tirkîyê Elî Babacan ku amadekariya damezrandina partiyeke nû dike dibêje, divê Selahedîn Demîrtaş were azadkirin û fişar li HDPê neyên kirin.
Elî Babacan, ku bi piştevaniya Serokomarê berê yê Tirkiyê Abdulah Gul amadekariya damezrandina partiyeke nû dike dibêje, ew dê di nav meha yekem a sala 2020an de partiya xwe damezrîne.
Babacan got, partiya wan, dê bibe partiyek navendî û sîstema takekesî di nav partiya xwe de jî qebûl nakin.
Babacan îddia dike ku ew dê aboriya Tirkiyê di nav mehekê de rast bikin ku rêya wê jî ji zêdekirina maf û azadiyan ve derbas dibe.
Herwiha Elî Babacan got, divê ji bo siyasetê pêşî li HDPê were vekirin û nabe Selahedîn Demîrtaş, bi awayekî girtî were dadgehkirin.