Amadebûna Tirkiyê bona şandina hêzên eskerî bo nav axa Lîbiyayê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i311626-amadebûna_tirkiyê_bona_şandina_hêzên_eskerî_bo_nav_axa_lîbiyayê
Serokkomarê Tirkiyê ji amadetiya welatê xwe bona şandina hêzên eskerî bo nav axa Lîbiyayê xeber da.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Kanûn 26, 2019 14:20 Asia/Tehran
  • Amadebûna Tirkiyê bona şandina hêzên eskerî bo nav axa Lîbiyayê

Serokkomarê Tirkiyê ji amadetiya welatê xwe bona şandina hêzên eskerî bo nav axa Lîbiyayê xeber da.

Li gor rapora telivîzyona El-Cezîrê; Receb Teyib Erdogan ku duh çarşemê seredana Tonisê kiriye li hevdîtina tev Qêyîs Seyîd serokkomarê vî welatî got: Eger dewleta wefaqa netewî ya Lîbiyayê bixwaze Tirkiye amade ye hêzên eskerî bişîne Lîbiyayê ji ber ku civata cîhanî dewleta wefaqa netewî bi fermî nas dike.

Erdogan li vî halî hêviya xwe da diyarkirin ku kirîza Lîbiyayê ji rêya gotûbêjên siyasî were çareserkirin.

Parlemana Tirkiyê jî vê dûmahîkê rêketina ewlehiyê di navbera Enqerê û dewleta wefaqa netewî ya Lîbiyayê pejirand.

Gor vê rêketinê eger bê û dewleta Lîbiyayê daxwaza alîkariyê bike, Tirkiye dê alîkariyê bide vî welatî.

Erdogan li hevdîtina tev Qêyîs Seyîd serokkomarê Tonisê herwisa ragihand ku pêwîst e Tonis, El-Cezayêr û Qeterê bona çareserkirina kirîza Lîbiyayê pişkdariya civîna Berlînê bikin.

Erdogan li vê hevdîtinê herwisa ragihand ku kirêgirtiyên Sodanî û rûsî li şerên nav Lîbiyayê pişkdar in û got: Mesela sereke li nav Lîbiyayê ev e ku xebata Xelîfe Hefter neqanûnî ye û gere ku pêşiya van xebatên wî bê girtin.

Ji aliyê din ve Ehmed Mismarî, Berdevkê Artêşa Neteweyî ya Lîbiyê destnîşan kir ku MIT'a Tirkiyê çeteyên DAIŞê û Cebheya Nusreyê ji Sûriyê dişîne Lîbiyê.

Wî di dewamê da got: Ev mijar gellek bixeter e. Ji ber ku bo vî karî firokexaneyeka Tûnisê yanî firokexaneya Cerbeyê tê bikaranîn.

Mismarî got: Çeteyên têrorîst bo Tûnisê û piştre bo Lîbiyê tên şandin.

Berdevkê Artêşa Neteweyî ya Lîbiyê berê jî ji wajokirina peymana ewlehiyê navbera Enqerê û Dewleta Yekîtiya Neteweyî ya Lîbiyê rexne kiribû.