Erdogan artêşa Tirkiyê dişîne Lîbyayê
Hikûmeta Tirkiyê piştî Sûriyê vê care jî çavê xwe berdaye Lîbyayê û dixwaze leşkerên xwe bişîne wî welatî jî.
Serokomarê Tirkiyê Receb Teyîb Erdogan di kombûneke digel Serokê Şaxên AKP de diyar kir, ew dê piştgiriya xwe ya bo Hikûmeta Wîfaqa Netewî ya Lîbyayê zêdetir bikin. Hikûmeta Wîfaqa Netewî ya Lîbyayê daxwaza hêza leşkerî ji wan kiriye. Ew vê daxwazê qebûl dikin û dê leşkerên xwe bişînin wî welatî.
Erdogan got: “Kî me vexwîne, em dê herin. Ger em neyên vexwendin em naçin. Niha Lîbyayê em vexwendine û em dê herin. Em derheq piştgirîya ji Lîbîyê micidd in. Dema Parlemena me dest bi kar bike, xebata me ya yekemîn pêşkêşkirina projeyasaya şandina leşkeran bo Lîbyayê ye. Bi pesendkirina Parlemanê em dê bi awayek çalaktir piştgiriya Lîbyayê bikin. Em di 8`ê mehê de pêşniyara xwe ji Parlemenê derbas bikin û biçin Lîbyayê.”
Erdogan hinceta çûyîna xwe ya bo Lîbyayê bi dewleta Osmaniyan ve girêdide. Li gor wî, wan li cîhanê şaristaniyeke berifreh û dîrokî heye û yek ji cihên herî girîng ên wê şaritaniyê li Deryaya Spî û bakurê Efrîqayê ye. Nabe ew himberî bûyer û pêşhatên wê navçeyê bêdeng bikin.
Di vê çarçoveyê de Serokomarê Tirkiyeyê duh ji nişka ve serdana Tunusê kir û ragihand, ew digel Tunusê li ser hevkarîya digel Hikûmeta Wîfaqa Netewî ya Lîbyayê hevdeng in.
Ji hêla din ve Ajansa SANA ya fermî ya hikûmeta Sûriyê aşkere kir, ku artêşa Tirkiyê çekdarên grûpên opozisyona Sûriyê ji bo şandina Lîbyayê amade dike. Her yek ji Firqeya Hemzat, Lîwaya Şamil û Cebhe el-Şamiye li nav bajarê Efrînê, û Lîwaya el-Motesim li gundê Qîbarê ofîsên tomarkirina navên çekdaran vekirine. Ji her grûpeke çekdar 60 çekdar tên cudakirin û ji bo şandina bo Lîbyayê tên amadekirin.