Rûsiye û Tirkiyê li bara rewşa Lîbiyê diaxivin
Wezareta karên derve ya Rûsiyê piştî gotûbêja dîplomatên vî welatî digel desteya şandî ya Enqerê li ser alûgorên Lîbiyê ragihand ku ev gotûbêj didomin.
Li gorî rapora Russia Today a Erebî, Wezareta karên derve ya Rûsiyê roja Sêşemiyê bi dayîna daxuyaniyekê ragihand ku Mosko û Enqerê li ser pêwîstiya dewama gotûbêja derbarê guhertinên Lîbiyê li hev kirine.
Daxuyaniya Wezareta karên derve ya Rûsiyê di dawiya şêwirîna desteyên dîplomatîk ên Rûsiye û Tirkiyê li Moskoyê hat weşandin.
Pêdiviyên têkildarî hevdîtin û gotûbêja Pûtîn û Erdoxên li Stenbolê ku biryar e 8ê Çileyê pêk bê ji mijarên din ên gotûbêjê bûye.
Wezareta karên derve ya Rûsiyê Îniya bihurî hişyarî dabû ku destwerdana biyaniyan li Lîbiyê tenê dikare rewşê aloztir bike.
Moskoyê kiryara Tirkiyê ya şandina hêzan jibo alîkariya bo Dewleta Yekîtiya Neteweyî ya Lîbiyê kiryareka pirsdar, gellek bixeter û bi tehrîk dabû zanînê.