Xulûsî Akar: Hemî opêrasyonên dervesînorî yên Tirkîyê ligorî qanûnên navnetewî ne
Kanûn 24, 2019 15:25 Asia/Tehran
Wezîrê Berevanîyê yê Tirkîyê got ku hemî opêrasyonên dervesînorî yên hêzên çekdar ên Tirkîyê ligorî qanûnên navnetewî, biryarnamên NY û rêkevtinamên dualî ne.
Xulûsî Akar Wezîrê Berevanîyê yê Tirkîyê di merasima pêşkêşkirina xelatan jibo personel û yekîneyên bijare yên Wezareta Berevanîya wî welatî da herwiha got: Tirkîye rêzê li yekperçetîya axa hemî welatên cînar digire.
Wî amajeyî belavbûna hin nûçeyan têkildarî bikaranîna çekên kîmyewî bi destê Artêşa Tirkîyê kir û got ku Artêşa Tirkîyê bi tu awayî çekên kîmyewî û imkana avêtina wan tinene.
Ev gotinên Wezîrê Berevanîya Tirkîyê di halekî da ne ku rayedarên Sûrîyê opêrasyonên Tirkîyê li nav axa Sûrîyê dagirkerî bi nav kirine û çend caran xwestine Artêşa Tirkîyê ji nav axa Sûrîyê derkeve.