Demîrtaş: Ez ji Erdoxên daxwaza azadiyê nakim
Hevserokê berê yê Partiya Dêmokratîk a Gelan a Tirkiyê (HDP), Selahedîn Demîrtaş di nameyekê da pêvajoya mehkemekirinê û mijara azadiya xwe ji zîndanê hilêxist û destnîşan kir: Ezê ji Receb Teyib Erdoxên daxwaza azadiyê nekim.
Li gorî rapora Kurd Pressê, Hevserokê berê yê Partiya Dêmokratîk a Gelan a Tirkiyê (HDP) destnîşan kir: Erdoxanê serokomarê Tirkiyê dewsa saziya dadweriyê biryar dide. Erdoxan e ku biryara dawiyê dide. Ez jî wek zindaniyekî siyasî dê nema ji wî daxwaza azadiyê bikim.
Li gorî nivîsîna rojnameya Cumhuriyetê, Demîrtaş her wiha got: Desthilatê Saziya dadwerî, parliman, medya, Brokrasî, zanîngeh, Kar û pêşeû, jiyana civakî û hemî atmosferên nefeskişandina civakê xistiye bin desthilata xwe. Atmosfereka wiha pêk tînin ku dibê qey hezar salên din jî dê bi vî rengî bidomînin. Ez ji dil û canê xwe dibêjim: AKP bi dawî hatiye. Gihîştiye dawiyê û rizî bûye. Qet mereqan nekin. Ewê di yekem hilbijartinê da ji holê rabibin.