Tirkiyê ji biryara dadgeha Siûdî derbarê kuştina Xaşiqçî rexne kir
Dewleta Tirkiyê îdia kir ku biryara dadgeha Siûdî derbarê kuştina Xaşiqî ne-edlane ye û daxwaza mehkemekirina zelal a sebebkarên vê cinayetê kir.
Li gorî rapora France Pressê, Wezareta karên derve ya Tirkiyê roja Duşemiyê bi daxuyaniyekê ragihand: Biryara dadgeha Siûdî dûr ji çaverêtiya civaka navneteweyî derbarê ronbûna berûlayên kuştina Xaşiqçî û cihanîna dadê di vê dosyeyê bû.
Di vê daxuyaniyê da hatiye: Aliyên girîng ên vê kuştinê, pêkhatî ji nediayriyên têkildarî leşê Xaşiqçî hema wisa nezelal in û ev yek nivîşkaniyeka bingehîn ji hêla pejirandina berpirsiyariyê ji aliyê Erebistanê va ye.
Dozgeriya Erebistanê roja Duşemiyê her wiha biryara zîndanên demdirêj heta 24 salan bo 3 tawanbarên din da.
Cemal Xaşiqçî rojnamevanê dijî Welîehdê Siûdî roja 2ê Cotmehê piştî ku derbasî nav konsolxaneya Erebistanê li Stenbolê bû, hat revandin û kuştin.
Di daxiyaniya Wezareta karên derve ya Tirkiyê da her wiha hatiye: Ev ne tenê berpirsiyariya qanûnî, belkî berpirsiyariyeka wijdanî ye ku nediyariyên vê kuştinê ku di kewşena me da qewimî, were ronkirin û hemî sebebkarên wê bên sizadan.