Hevseroka HDPê: Têkbirina proseya çareseriyê bû sedema jidestçûna gelek tiştan
Hevseroka HDPê got ku jinavbirina proseya çareseriyê ku Ocalan ketibû dewrê, gelek tişt ji destê Tirkiyê birin.
Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Buldanê, di Civîna Encûmena Jinan li Enqerê de amaje bi destpêkirina şer û êrişên li nav bajaran kir û got, “Di wan komkujiyan de 108 jê zarok, 107 jê jin bi giştî 2 hezar 500 kes hatin kuştin. Qonaxeke giran bû” û herwiha got, “ti zilmek bo xwediyê xwe kar namîne.”
Hevseroka HDPê di piraniya axaftina xwe de balkişand ser rewşa jinan û got, “Zext, fişar û komkujiya li ser jinan berdewam in. Di serdema AKPê de tundiya li ser jinê ti caran bi dawî nehatiye û tawan mezin bûn.”
Derbarê danîna qeyûman li ser şaredariyên HDPê de jî, Pervîn Buldanê got ku ew qeyûmana taybet jî dest datînin ser mafên jinan û wan asteng dikin.
Di dewama axaftina xwe de Pervîn Buldanê amaje bi proseya çareseriyê li wî welatî kir û got, “Jinavbirina proseya çareseriyê ya 2011-2015 ku birêz Ocalan ketibû dewrê, bû sebeb ku gelek tişt ji destê vî welatî herin. Di karesata ku di encama jinavbirina proseya çareseriyê ji aliyê AKPê ve derket holê, herî zêde me jinan ziyan dît.”
Hevseroka HDPê tekez kir ku helwesta wan a ji bo proseyeke çareseriyê neguherîye û daxwaz kir ku dawî li polîtîkayên emnî bê anîn.