Çawûşoglu: Liyêkgiheştinama Tirkîye û Lîbîyê anegorî qirarên mafên navnetewî ye
Wezîrê Karên Derve yê Tirkîyê pêgirî kir: Liyêkgiheştinama ku Tirkîye û Lîbîyê di warê kivşkirina sînorên deryayî de wajo kirin, anegorî qirarên mafên navnetewî ye.
Ligorî rapora Malpera TRT, Mewlûd Çavûşoglu Wezîrê Karên Derve yê Tirkîyê bi gotina vê yekê ku liyêkgiheştinama di navbera Tirkîye û Lîbîyê de tam qanûnî û bihitbar e, dîyar kir: Enqere yê parastina maf û berjewendîyên xwe li navçê bidomîne.
Wî herwiha got: Dewleta Tifaqa Netewî ya Lîbîyê karayî û desthilata pêwîst jibo wajokirina rêkevtinamên navnetewî heye û liyêkgiheştinameyeke wek ya ku digel Tirkîyê wajo kir, bi Îtalya, Amerîka û YE`yê re jî wajo kirîye.
Wezîrê Karên Derve yê Tirkîyê ji ber helwestên Yûnanê û pişka yûnanînişîn a Qibrisê yên têkildarî mafên Tirkîyê li rojhilata Medîteranê rexne kirin û got ku wan dil hene ku bi idiayên nedadperwerane Tirkîye ku xwedîrê dirêjtirîn perravan li rojhilata Medîteranê ye li herêmeke biçûk bisînor bibe ku ev yeka ne dadperwerane ye.
Çavûşoglu herwiha got: Pişka yûnanînişîn hez nake meseleya Qibrisê çareser bibe.