Tanrikulû: Hemû girtîgehên Tirkiyê bûne navendên îşkenceyê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i311502-tanrikulû_hemû_girtîgehên_tirkiyê_bûne_navendên_îşkenceyê
Parlamenterê CHPê yê Stenbolê û Wekîlê Serokê Komisyona Mafên Mirov a Parlamentoya Tirkiyê Sezgîn Tanrikulu ragihand ku di warê îşkenceyê de dewlet ti ferq û cudahiyê naxe û got: "Dadî ye, siyasî ye, FETOcî ye, Kurd e, çepgîr… Li Tirkiyê herkes wek hev e; lê tenê di rêza îşkenceyê de."
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Kanûn 22, 2019 14:05 Asia/Tehran
  • Tanrikulû: Hemû girtîgehên Tirkiyê bûne navendên îşkenceyê

Parlamenterê CHPê yê Stenbolê û Wekîlê Serokê Komisyona Mafên Mirov a Parlamentoya Tirkiyê Sezgîn Tanrikulu ragihand ku di warê îşkenceyê de dewlet ti ferq û cudahiyê naxe û got: "Dadî ye, siyasî ye, FETOcî ye, Kurd e, çepgîr… Li Tirkiyê herkes wek hev e; lê tenê di rêza îşkenceyê de."

Parlamenterê CHPê yê Stenbolê Sezgîn Tanrikulu da zanîn ku di serdema Darbeya Leşkerî ya 12ê Îlonê de tenê girtîgehên Metris, Mamak û Amedê navendên îşkence û serederî giran xirab bûn, lê niha li tevahiya 355 girtîgehan bi awayekî sîstematîk îşkence û serederîya xirab heye.

Tanrikulu diyar kir ku di warê girtina pêşîya binpêkirinên mafên mirov de dadgeh, rêxistinên civaka sivîl, akademî, parlamento û saziyên navdewletî û raya giştî hemû 6 mekanîzmayên bingehîn hene, lê li Tirkiyê yek ji van mekanîzman jî nayê cîbicîhkirin.

Tanrikulu da zanîn ku li gor serdema darbeya di sala 1980an de desthilat niha bi awayekî berfirehtir û sîstematîk mafên mirovan binpê dike û got: "Di salên 1990an de jî binpêkirin zêdetir himberî Kurdan dihatin kirin."