CHP: Rêkeftina leşkerî ya ligel Lîbyayê binpêkirin e
Proje-yasaya rêkeftinnama hevahengiya leşkerî û emnî ya navbera Tirkiye û Lîbyayê li Parlemana Tirkiyê hat pesendkirin û derbarê rêkvtinmayê de Alîkarê Serokê Giştî yê CHPê Unal Çevikoz dibêje ku ew rêkeftina leşkerî ya ligel Lîbyayê binpêkirin e.
Pêşnumaya rêkeftinnameya hevahengiya leşkerî û emnî ya navbera Tirkiye û Lîbyayê li Parlemana Tirkiyê hat pesendkirin û derbarê rêkevtinamê de Alîkarê Serokê Giştî yê CHPê Unal Çevikoz dibêje ku ew rêkeftina leşkerî ya ligel Lîbyayê binpêkirin e.
Serokatiya Parlemana Tirkiyê projeyasa xiste dengdanê û 269 parlamenteran dengê Erê û 125 parlamenteran jî dengê Na danê. CHP, HDP û ÎYÎ Partî dijî rêkeftinnamê rawestiyan û dengê Na danê. AKP û MHPê piştgirî danê û rêkeftinname hat pesendkirin.
Berî dengdanê Alîkarê Serokê CHPê Unal Çevikoz, ew pêngava desthilata Tirkiyê wek binpêkirina biryarên Neteweyên Yekbûyî binav kir û daxwaz kir ku desthilat ji vê pêngavê dûr bikeve.
Alîkarê Serokê Giştî yê CHPê Unal Çevikoz wiha axivî: “Ji aliyekî ve propagandeya wê yekê dikin ku ew pêngava di asta navdewletî de rewa ye û rêkeftinnamê îmze dikin, ligel wê hikûmeta Lîbyayê ku Neteweyên Yekbûyî îtîraf pê kiriye, vêca dibêjin çi di vê de heye? Li aliyê din biryarên Encûmena Ewlekariyê ya heman Neteweyên Yekbûyî binpê dikin, ambargoyê dişkînin û çekan dişînin Lîbyayê. Ev çi cor têgehiştinek têkildarî mafên navdewletî ye? Mixabin ev pêngavên bi hewes-arezûyê wisa kirine ku welatê me wek yek ji tenêtirîn welatê cîhanê maye.