CHP: Rêkeftina leşkerî ya ligel Lîbyayê binpêkirin e
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i311499-chp_rêkeftina_leşkerî_ya_ligel_lîbyayê_binpêkirin_e
Proje-yasaya rêkeftinnama hevahengiya leşkerî û emnî ya navbera Tirkiye û Lîbyayê li Parlemana ‎Tirkiyê hat pesendkirin û derbarê rêkvtinmayê de Alîkarê Serokê Giştî yê CHPê ‎ Unal Çevikoz dibêje ku ew rêkeftina leşkerî ya ligel Lîbyayê binpêkirin e.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Kanûn 22, 2019 13:51 Asia/Tehran
  • CHP: Rêkeftina leşkerî ya ligel Lîbyayê binpêkirin e

Proje-yasaya rêkeftinnama hevahengiya leşkerî û emnî ya navbera Tirkiye û Lîbyayê li Parlemana ‎Tirkiyê hat pesendkirin û derbarê rêkvtinmayê de Alîkarê Serokê Giştî yê CHPê ‎ Unal Çevikoz dibêje ku ew rêkeftina leşkerî ya ligel Lîbyayê binpêkirin e.

Pêşnumaya rêkeftinnameya hevahengiya leşkerî û emnî ya navbera Tirkiye û Lîbyayê li Parlemana ‎Tirkiyê hat pesendkirin û derbarê rêkevtinamê de Alîkarê Serokê Giştî yê CHPê ‎ Unal Çevikoz dibêje ku ew rêkeftina leşkerî ya ligel Lîbyayê binpêkirin e.

Serokatiya Parlemana Tirkiyê projeyasa xiste dengdanê û 269 parlamenteran dengê Erê û ‎‎125 ‎parlamenteran jî dengê Na danê. CHP, HDP û ÎYÎ Partî dijî rêkeftinnamê rawestiyan û dengê ‎Na ‎danê. AKP û MHPê piştgirî danê û rêkeftinname hat pesendkirin.‎

Berî dengdanê Alîkarê Serokê CHPê Unal Çevikoz, ew pêngava desthilata Tirkiyê wek ‎binpêkirina biryarên Neteweyên Yekbûyî binav kir û daxwaz kir ku desthilat ji vê pêngavê dûr bikeve.‎

Alîkarê Serokê Giştî yê CHPê ‎ Unal Çevikoz wiha axivî: “Ji aliyekî ve propagandeya wê yekê dikin ku ew pêngava di asta navdewletî de rewa ye û ‎rêkeftinnamê îmze dikin, ligel wê hikûmeta Lîbyayê ku Neteweyên Yekbûyî îtîraf pê kiriye, vêca ‎dibêjin çi di vê de heye? Li aliyê din biryarên Encûmena Ewlekariyê ya heman Neteweyên Yekbûyî ‎binpê dikin, ambargoyê dişkînin û çekan dişînin Lîbyayê. Ev çi cor têgehiştinek têkildarî mafên navdewletî ‎ye? Mixabin ev pêngavên bi hewes-arezûyê wisa kirine ku welatê me wek yek ji tenêtirîn welatê cîhanê maye.