Li Sûrê desteserkirina şaredarên HDPê û danîna qeyûman hat şermezarkirin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i311496-li_sûrê_desteserkirina_şaredarên_hdpê_û_danîna_qeyûman_hat_şermezarkirin
Rêxistina HDP’ê ya Amedê destgîrkirina hevşaredarên Sûrê Fîlîz Bûlûttekîn û Cemal Ozdemîr û danîna qeyûman a li cihê wan şermezar kir.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Kanûn 22, 2019 13:15 Asia/Tehran
  • Li Sûrê desteserkirina şaredarên HDPê û danîna qeyûman hat şermezarkirin

Rêxistina HDP’ê ya Amedê destgîrkirina hevşaredarên Sûrê Fîlîz Bûlûttekîn û Cemal Ozdemîr û danîna qeyûman a li cihê wan şermezar kir.

Di çalakiyê de hevseroka HDP’ê ya bajêr Hulya Alokmen Ûyanik, Zeyad Ceylan, rêveberên partiyan û gel amade bûn, ji aliyên polîsan ve hatin dorpêçkirin.

Li ser navê HDP’iyan Hevserokê bajêr Zeyad Ceylan diyar kir ku hilbijartina 31’ê Adarê de li dijî polîtîkaya qeyûman serketinek mezin bidest xist û got: “Gel wê tim li dijî van polîtîkayên qeyûman raweste û pêşiya wê bigire. Bi ti awayî em faşîzma AKP/MHP’ê qebûl nakin. Hişmendiya faşîzmê yê winda bike, ji ber wê êrîş dike. Qeyûm wê biçin cihên jê hatine.

Hevseroka HDP’ê ya Amedê Hulya Alokmen Ûyanik jî diyar kir ku ew qeyûman qebûl nakin û dîyar kir: “HDP û gelê Sûrê li ber polîtîkayên qeyûman serî netewandine. Ji bo aştiya gelan em ê tê bikoşin. Em ê ji niha û şûn ve jî tê bikoşin. Em paşda naçin.