Trump, pêşnûmeya ku cezayan li ser Tirkiyê pêşdibîne îmze kir
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i311489-trump_pêşnûmeya_ku_cezayan_li_ser_tirkiyê_pêşdibîne_îmze_kir
Serokomarê Amerîkayê Donald Trump pêşnûmeya budçeya parastinê ya 738 mîlyar dolar a ku di kongreyê de hat qebûl kirin, îmze kir. Di pêşnûmeyê de derxistina Tirkiyê ji bernameya F-35 jî cih digire.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Kanûn 22, 2019 08:59 Asia/Tehran
  • Trump, pêşnûmeya ku cezayan li ser Tirkiyê pêşdibîne îmze kir

Serokomarê Amerîkayê Donald Trump pêşnûmeya budçeya parastinê ya 738 mîlyar dolar a ku di kongreyê de hat qebûl kirin, îmze kir. Di pêşnûmeyê de derxistina Tirkiyê ji bernameya F-35 jî cih digire.

Trump, ji bo ku betlaneya Noel’ê derbas bike beriya ku ber bi Florîdayê ve bikeve rê li balafirgeha Joint Andrews ya li eyaleta Marylandê beşdarî merasîmê bû.  Trump pêşnûmeya budçeya parastinê ya sala 2020’an ku demek kurt berê di kongreyê de hatibû qebûl kirin, îmze kir.

Trump diyar kir ku di dema serokatiya wî de her sal ji bo Wezareta Parastinê (Pentagon) zêdetir budçe hatiye veqetandin û da zanîn ku budeçeya îsal ya 738 mîlyar dolar rekor e.

Di pêşnûmeya budçeyê de cezayên li ser Tirkiyê jî hene. Di pêşnûmeyê de derxistina Tirkiyê ji nava bernameya F-35’an, ji ber sîstema S-400 pêkneanîna qanûna CAATSA, cezayên li ser projeya enerjiyê ya Rûsya û Tirkiyê ya bi navê Cereyan Tirk-Rûs Strîm  û rakirina ambargoya çekan li ser başûrê Qibrisê (Qibrisa Yewnanî) jî cih digire.