Dewleta Tirkiyê leşker şandin derdora Hemaha Sûriyê
Li gor medyaya navçê, karwaneke leşkerî ya Tirkiyê bi wesayît û erbeyên xwe ve gihêşte derdora bakura Hemahê li bakura Sûriyê.
Televîziyona Rûsua Al-Yawm ragihand ku artêşa Tirkiyê karwaneke leşkerî ber bi qereqolê gerînê li bakura bajarê Hemahê ku wek deverê bêkêşe tê naskirinê şand.
Li gor ragihandina Rêxistina Mafê Mirovan a Sûrî ev kiryara dewleta Tirkiyê di çarçova berteka li hemberî pêşveçûnên artêşa Sûriyê de pêk hatiye.
Karwanê hanê bi 20 erebeyên zirîhpoş û wesayîtên leşkerî û hêzên leşkerî ve çûye bakura Hemahê.
Di vê navberê de artêşa Sûriyê di encama operasiyonên xwe li dijî terorîstan de nêzîkî qerqolên artêşa tirk li devera Serman ya derdora rojhilata Idlibê bûye.
Artêşa Sûriyê heya niha gelek dever û gundên vê deverê ji bin destê terorîstên ku Tirkiye li pişta wan e derxistine.