Buldan: AKP êdî hatiye dawiya rêya xwe
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i311485-buldan_akp_êdî_hatiye_dawiya_rêya_xwe
Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan di kongreya partiya xwe ya Enqerê de axivî û got: “Heke li cihek her ku diçe zilmkarî zêde dibe, tê wateya ku dawiya zilmkaran tê. AKP êdî hatiye dawiya rêya xwe.”
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Kanûn 22, 2019 07:47 Asia/Tehran
  • Buldan: AKP êdî hatiye dawiya rêya xwe

Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan di kongreya partiya xwe ya Enqerê de axivî û got: “Heke li cihek her ku diçe zilmkarî zêde dibe, tê wateya ku dawiya zilmkaran tê. AKP êdî hatiye dawiya rêya xwe.”

Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Buldan di kongreya partiya xwe de rexne li ‎hikûmeta AKPê girtin û got: “Derdê AKPê ne Kurd, ne Tirk, ne civaka Tirkiyê û ne gelên Tirkiyê ye. ‎Derdê AKPê Koşka Simît, nexweşxana çav û Kanala Stanbulê ye.”‎

Buldan tekez kir ku yên li vî welatî Kurdan nasnekin û daxwazên kesên demokrasîxwaz ‎nebînin dê di sindoqa yekem a were pêşiya wan de biçin û got: “Em hemû bi hev re dibînin ka hikûmeta AKPê destpêkê ligel Kurd û ‎opozisyona Tirkiyê, aliyên demokratîk û kesên aştiyê dixwazin çawa tevdigere. Em di demekê re ‎derbas dibin ka mazlûm çawa li dijî zaliman li ser piyan e. Em rûbirûyê wê zihniyeta bloka AKP-MHPê ne ‎ku gelê Kurd nasnake û hewl dide nehêle Kurd nefesê bistînin. Lê heta HDP hebe; li Tirkiyê demokrat, ‎ciwan, aştîxwaz û jin hebin roja çûna zaliman nêzîk e.”‎

Hevseroka HDPê herwiha got: “Em vê yekê dizanin ku nikarin vî ‎welatî birêve bibin: Her roj bi girtin, her roj bi desteserkirin û operasyonên tasfiyekirinê hewl didin ‎krîzên ku çêkirine veşêrin. Belê, ne tenê ligel Kurdên li Tirkiyê lê pirsgirêkên wan bi gelê Kurd ên li ‎welatên cîran re jî heye. Kurd her li ku derê bin, li Tirkiyê yan welatên cîran, bûne armanca kesên ku Tirkiyê ‎birêve dibin.”