Hêzên Artêşa Lîbyayê ya ser bi Xelîfe Hefter gemiyeke Tirkiyê rawestand
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i311476-hêzên_artêşa_lîbyayê_ya_ser_bi_xelîfe_hefter_gemiyeke_tirkiyê_rawestand
Hêzên Koma general Xelîfe Hefter ya bi navê Artêşa Nîştîmanî ya Lîbyayê li behra Sipî dest danî ser gemiyeke dewleta Tirkiyê û ew bire bendera Res El-Hilal ya rojhilata Lîbyayê.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Kanûn 22, 2019 05:43 Asia/Tehran
  • Hêzên Artêşa Lîbyayê ya ser bi Xelîfe Hefter gemiyeke Tirkiyê rawestand

Hêzên Koma general Xelîfe Hefter ya bi navê Artêşa Nîştîmanî ya Lîbyayê li behra Sipî dest danî ser gemiyeke dewleta Tirkiyê û ew bire bendera Res El-Hilal ya rojhilata Lîbyayê.

Li gor Fars Newsê, Artêşa Nîştîmanî ya Lîbyayê herwiha ragihand ku gemiya Tirkiyê di encamên gerên deryayî yên wê de duh di nav avên Lîbyayê li devera Dirne hate rawestandin .

Tê gotin li ser vê gemiyê alaya Granadayê rakiribûn, lê belê gişt kedkar û kapîtanê wê gemiyê ji xelkê Tirkiyê ne.

Hêzên general Hefter gemiya hanê ji bo lêkolîn û sekirinên zêde şandine bendera Res El-Hilalê. Artêşa Nîştîmanî ya Lîbyayê  herwiha dibêje ev karê wê li gor qayide û qirarên navneteweyî ye.

 Berî viya jî Artêşa Nîştîmanî ya Lîbyayê dewleta Tirkiyê hişyar kiribû ku heke gemiyên wê nêzîkî beravên Lîbyayê bibin yê werin rawestandin an bikevin ber êrişê.

Roja çarşemê 27 Mijdarê di navbera serokomarê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan û serokê "Dewleta Wifaqa Neteweyî ya Lîbyayê"  Fayez el Saraj de li ser diyarkirina sînorên deryayî û hevkariya ewlekarî û leşkerî du rêketinname îmza bûn, ku eva rastî nerizamendiya Qibrês, Misir û Yewnanê hat.

Dewleta Tirkiyê duh ragihand ku li gor peymana hevkariya ewlekarî û leşkerî di navbera vî welatî û "Dewleta Wifaqa Neteweyî ya Lîbyayê" wê bizûtî leşkeran bişîne Lîbyayê.