Tirkiyê leşkeran dişîne Lîbyayê
Kanûn 22, 2019 05:03 Asia/Tehran
Alîkarê serokomarê Tirkiyê got: Enqere li gor daxwaza "Dewleta Wifaqa Neteweyî ya Lîbyayê" amade ye leşkeran bişîne vî welatî.
Ajansa Anadolu Newsê ya dewleta Tirkiyê ragihand ku Alîkarê serokomarê Tirkiyê Fuat Oktay duh got: Enqere ji bo rawestan û şerê li dijî komên çekdar yên neyarê "Dewleta Wifaqa Neteweyî ya Lîbyayê" hêzên leşkerî dişîne vî welatî.
Oktay herwiha got: Îmzekirina peymana diyarkirina sînorên mafê deryayî û peymana hevkariya ewlekarî û leşkerî di navbera Tirkiyê û Lîbyayê ji babeta stratejîk pir girîng e û evana lihevkirineke dîrokî ne.
Parlemana Tirkiyê berî van gotinên Oktay peymanên hanê yên navbera Tirkiyê û "Dewleta Wifaqa Neteweyî ya Lîbyayê" ya bi serokatiya Fayez el Saraj pesind kiribû.