Tirkiyê leşkeran dişîne Lîbyayê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i311474-tirkiyê_leşkeran_dişîne_lîbyayê
Alîkarê serokomarê Tirkiyê got: Enqere li gor daxwaza "Dewleta Wifaqa Neteweyî ya Lîbyayê" amade ye leşkeran bişîne vî welatî.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Kanûn 22, 2019 05:03 Asia/Tehran
  • Tirkiyê leşkeran dişîne Lîbyayê

Alîkarê serokomarê Tirkiyê got: Enqere li gor daxwaza "Dewleta Wifaqa Neteweyî ya Lîbyayê" amade ye leşkeran bişîne vî welatî.

Ajansa Anadolu Newsê ya dewleta Tirkiyê ragihand ku Alîkarê serokomarê Tirkiyê Fuat Oktay duh got: Enqere ji bo rawestan û şerê li dijî komên çekdar yên neyarê "Dewleta Wifaqa Neteweyî ya Lîbyayê" hêzên leşkerî dişîne vî welatî.

Oktay herwiha got: Îmzekirina peymana diyarkirina sînorên mafê deryayî û peymana hevkariya ewlekarî û leşkerî di navbera Tirkiyê û Lîbyayê ji babeta stratejîk pir girîng e û evana lihevkirineke dîrokî ne.

Parlemana Tirkiyê berî van gotinên Oktay peymanên hanê yên navbera Tirkiyê û  "Dewleta Wifaqa Neteweyî ya Lîbyayê"  ya bi serokatiya Fayez el Saraj pesind kiribû.