Girtina leşkeran li Tirkîyê didome; 88 kes hatin girtinê
Kanûn 21, 2019 12:43 Asia/Tehran
Polîsên Tirkîyê 88 leşekrên wî welatî bi tawana hevkarîya digel Tevgera Gulen girtin.
Mêdyayên Tirkîyê îro ragihandin ku di nava kesên ku di encama opêrasyona ku bi awayekî hevpar li 33 parêzgehên wî welatî hat lidarxistinê de hatine girtinê, Fermandeyên Cendirmerîyê yên Selcûqa Izmîrê, Bîrecîka Ûrfayê û Karayazîya Erzrûmê jî xûya dikin.
Polîsên Tirkîyê hefteya buhurî jî 181 kes li deverên curbicur ên wî welatî bi tawana têkilîya digel Tevgera Gulen û desthebûna di derbeya 15`ê Tîrmeha sala 2016`an de girtin.