Li ser şarederiyeke din a HDP`ê qeyûm hat danîn
Li ser şaredariyeke din a Partîya Dêmokiratîk a Gelan (HDP) qeyûm hat danîn.
Hevserokên Şaredariya Sûrê li Amedê, duh ji aliyê hêzên Tirkiyê ve hatibûn desteserkirin û îro jî qeyûm li ser wê şaredariyê hat danîn.
Li gor daxuyaniya Parêzgariya Amedê derbarê mijarê de, qaymeqamê navçeya Sûrê weke qeyûm li ser şaredariya wê navçeyê hatiye danîn.
Herwiha di daxuyaniyê de amaje bi girtina hevserokên wê şaredariyê jî hatiye kirin û hatiye gotin ku ew ji aliyê Wezareta Karên Navxwe ya wî welatî ve ji kar hatine dûrxistin û li ser vê yekê jî biryara danîna qeyûm li wê şaredariyê hatiye dayîn.
Hevserokên Şaredariya Sûrê yên li ser lîsta Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Fîlîz Buluttekîn û Abdullah Çîftçî duh bi tohmeta ‘endamtiya rêxistinê’ duh ji aliyê hêzên Tirkiyê ve hatibûn desteserkirin.
Bi dawîn biryara danîna qeyûman bo ser şaredariya Sûrê, hejmara şaredariyên di destê HDPê de ku ji aliyê Wezareta Navxwe ya Tirkiyê ve qeyûm bo ser hatine danîn, gihişt 32an.