Dawûdoglu weke Serokê Partîya Pêşerojê hat bijartinê
Ehmed Dawûdoglu Wezîrê Karên Derve û Serokwezîrê berê yê û yek ji damezirînerên AKP şeva buhurî weke serokê partîya tezeavabûyî ya Pêşerojê (Gelecek) hat bijartinê.
Rêvebirên Partîya Pêşerojê ya Tirkîyê şeva buhurî civînek li pişt derîyên girêdayî lidarxistin û Dawûdoglu karî ku dengê hemî 132 endamê Partîya Pêşerojê bidest bixe û weke yekem Serokê wê partîyê were bijartinê.
Ehmed Dawûdoglu piştî civîna bijartina Serokê Partîya Pêşerojê di civîneke çapemenîyê de got ku armanca partîya wî pişikdarîya di qada sîyasî ya Tirkîyê de û xizmeta bo gelê vî welatî ye.
Dawûdoglu Pêncşema buhurî li Enqerê destpêbûna karê fermî yê partîya xwe ragihand.
Wî di wê merasimê de got ku pergala Serokatîyê li Tirkîyê bûye sedema daketina istandardên dêmokirasîyê û em piştgirîyê didin pergala Parlimanîyê.