Pişkeke welatîyên Tirkîyê piştgirîyê didin sîstema parlimanî
Yek ji navendên herîgirîng û navdar ên lêkolîn û rawêjkarîyê li Tirkîyê ragihand: Sedî 25`ê kesên ku di giştpirsîya guhertina pergala hikûmetî ya Tirkîyê de dengê xwe dan sîstema serokatîyê, nika poşman bûne.
Navenda Lêkolîn û Rawêjkarîyê ya MAK`ê vê dawîyê rapirsîyek têkildarî asta dengên partîyên nû yên Elî Babacan û Ehmed Dawûdoglu lidar xist û ragihand: Nêzî sedî 25`ê kesên di dawîn hilbijartina li Tirkîyê dengê xwe dane, hela biryar nedane dengê xwe bidin kîjan partîyê.
Mihemed Elî Kulat rêvebirê Navenda Lêkolîn û Rawêjkarîyê ya MAK`ê ragihand ku Tirkîye divê bizvire ser sîstema parlimanîyê û heke pergala parlimanî were vejîyandin û xurtkirinê û derheq wê rapirsî were lidarxistinê yê dîsan dengên herîzêde bidest bixe.
Wî herwiha got ku helbet divê mukur bêm ku herçend ku dengên AKP`ê kêm bûne lê ev yeka ne bi wateya zêdebûna berbiçav a engên partîyên neyar e.