Pişkeke welatîyên Tirkîyê piştgirîyê didin sîstema parlimanî
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i311413-pişkeke_welatîyên_tirkîyê_piştgirîyê_didin_sîstema_parlimanî
Yek ji navendên herîgirîng û navdar ên lêkolîn û rawêjkarîyê li Tirkîyê ragihand: Sedî 25`ê kesên ku di giştpirsîya guhertina pergala hikûmetî ya Tirkîyê de dengê xwe dan sîstema serokatîyê, nika poşman bûne.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Kanûn 20, 2019 04:28 Asia/Tehran
  • Pişkeke welatîyên Tirkîyê piştgirîyê didin sîstema parlimanî

Yek ji navendên herîgirîng û navdar ên lêkolîn û rawêjkarîyê li Tirkîyê ragihand: Sedî 25`ê kesên ku di giştpirsîya guhertina pergala hikûmetî ya Tirkîyê de dengê xwe dan sîstema serokatîyê, nika poşman bûne.

Navenda Lêkolîn û Rawêjkarîyê ya MAK`ê vê dawîyê rapirsîyek têkildarî asta dengên partîyên nû yên Elî Babacan û Ehmed Dawûdoglu lidar xist û ragihand: Nêzî sedî 25`ê kesên di dawîn hilbijartina li Tirkîyê dengê xwe dane, hela biryar nedane dengê xwe bidin kîjan partîyê.

Mihemed Elî Kulat rêvebirê Navenda Lêkolîn û Rawêjkarîyê ya MAK`ê ragihand ku Tirkîye divê bizvire ser sîstema parlimanîyê û heke pergala parlimanî were vejîyandin û xurtkirinê û derheq wê rapirsî were lidarxistinê yê dîsan dengên herîzêde bidest bixe.

Wî herwiha got ku helbet divê mukur bêm ku herçend ku dengên AKP`ê kêm bûne lê ev yeka ne bi wateya zêdebûna berbiçav a engên partîyên neyar e.