Neyartiya Tirkiyê himberî biryara Holendayê ya dayîna mafê penaberiyê bo endamên Tevgera Gulen
Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Tirkiyê dijî biryara Holendayê ya dayîna mafê penaberiyê bo endamên Tevgera Gulen derket.
Li gor rapora ajansa nûçan a Anatoliyê; Hamî Akson berdevkê wezareta karên derve yê Tirkiyê neyartiya xwe digel biryara Hulendayê ya ku heqê penaberiyê dide endamên Cemaeta Gulen ragihand û destnîşan kir; Gor Konvansiyona Genevayê li bara dayîna penaberiyê bi hinek kesan ku li sala 1951 hatiye îmzakirin; kesên ku di ber teqîbatê dane tu welatek nikare penaberiyê bide wan.
Wî got: Gulen berpirsê serekeye Darbeya leşkerî ya 15 Tîrmeha sala 2016 ye ku bûye sebeb 251 kes bûne qurbanî.
Eva li halekê ye ku karbidestên Tirkiyê bi caran ji Amerîka xwestine Fethullah Gulen radestî Enqerê bike û Amerîka ev daxwaza qebûl nekiriye.
.