Tirkiye; Çar serokên şaredariyan ji karên xwe hatin dûrxistin
Kanûn 18, 2019 12:57 Asia/Tehran
Wezareta karên hundir a Tirkiyê ragihand ku biryara dşûrxistina çar serokên Şaredariyê li Mûşê bi îdiaya têkilliya digel PKK û Tevgera Xizmetê ya ser bi Fethullah Gulen daye.
Medyayîn fermî yên Tirkiyê ji zarê Wezareta karên hundir a Tirkiyê ragihandin ku sê serokên şaredariyê yên HDPê û serokekî şaredariyê yê CHPê bi îdiaya propaganda jibo Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) û tevgera Xizmetê ya ser bi Fethullah Gulen ji kar hatine derxist5in.
Hikûmeta Tirkiyê Fethullah Gulen rêberê Tevgera Xizmetê berpirsiyarê darbeya leşkerî ya sala 2016an dizxane û ji wê çaxê û heta niha hemî alîgirên wî an girtine an ji kar derxistine.