Berteka Enqerê li hembrî kiryarên Amerîkayê dijî vî welatî
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i311344-berteka_enqerê_li_hembrî_kiryarên_amerîkayê_dijî_vî_welatî
Wezareta karên derve ya Tirkiyê bi weşandina dxuyaniyekê bertek nîşanî beşên dijî Tirkiyê di bûceya leşkerî ya 2020ê ya Amerîkayê ku ji aliyê Sênaya vî welatî va hatiye pesendkirin da û gef xwar ku Enqere dê bersiva van kiryaran bide,.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Kanûn 18, 2019 06:02 Asia/Tehran
  • Berteka Enqerê li hembrî kiryarên Amerîkayê dijî vî welatî

Wezareta karên derve ya Tirkiyê bi weşandina dxuyaniyekê bertek nîşanî beşên dijî Tirkiyê di bûceya leşkerî ya 2020ê ya Amerîkayê ku ji aliyê Sênaya vî welatî va hatiye pesendkirin da û gef xwar ku Enqere dê bersiva van kiryaran bide,.

Li gorî rapora ajansa Anatoliyê, Di daxuyaniya Sêşemiyê bi şev a Wezareta karên derve ya Tirkiyêda hatiye: Amerîkayê helwêstên dijminane û neberaqil derheqê Enqerê hilêxistine û  rêzê li biryarên welatekî serbixwe ji rêya pêşîlêgirtina ne edlane li beşdariya bernameya berhemanîna firokeyên şêrr ên F35ê tevî sozdariya Tirkiyê nagire. Wezareta karên derve ya Tirkiyê ragiahnd ku daxwaza Kongreya Amerîkayê jibo sepandina boykotan dijî Tirkiyê ji ber kirrîna S400ê ji dijimnatiyên din ên wan e.

Di daxuyaniya Wezareta karên derve ya Tirkiyê da hatiye destnîşankirin ku bêguman Enqere bi zûtirkê dê pêngavan di vî warî da rabike.

Nûnerên Sênaya Amerîkayê Sêşemiyê pêşnumaya bûceya berevaniya vî welatî ya bi navê "Qanûna desthilatên Berevaniya Neteweyî" bo sala 2020 pesend kirin.

Li beşa têkildarî Tirkiyê, bêjeya nefirotina F35'an ji ebr dewama pêvajoya kirrîmna S400ê û sepandina boykotan dijî Enqerê hatiye destnîşankirin.